Serokwezîrê HKIyê Barzanî bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper ra axivî

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî li Munîha bajarê Almanyayê bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ra hat bal hev.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokwezîriya HKIyê Barzaniyê ji bona Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 56emîn li Almanyayê ye bi Esper ra civiya û civîn ji çapemeniyê ra girtî bû.

Hat destnîşankirin Esper di hevdîtinê da HKIyê li herêmê wek mutefîqê girîng yê Amerîkayê pênase kir û got ku Amerîka li hember talûkeya DEAŞa rêxistina terorê û êrîşên terorê wê perwerde û alîkariya ji bona hêzên Pêşmergeyan bidomîne.

Li gor agahiyan Barzanî jî diyar kir hevkariya Amerîka û HKIyê ji bona ewlehiya Iraq û herêmê zehf girîng e.

Barzanî duh jî bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo û Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê Dan Brouîllette ra hatibû bal hev.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 56emîn (MSC 2020) ku platformeke muhîm ya dinyayê ye duh dest pê kiribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE