Serokwezîrê İngiltereyê Boris Johnson berî nuha testa wî ya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) pozîtîf derketibû rakirin nexweşxaneyê.
Di daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîriya İngiltereyê de hat gotin, "Serokwezîr li ser pêşniyaza doktor vê êvarê bi mebesta testan rakirin nexweşxaneyê."
Hat ragihandin ku nîşanên Kovîd-19ê li Serokwezîrê 55 salî didomin û rakirina wî ya nexweşxaneyê bi mebesta tedbîrê ye.
Johnson ji ber agir û kuxikê 27ê adarê testa xwe kiribû û encam pozîtîf derketibû û ji wê demê ve xwe îzole kiribû.