Serokwezîrê Irakê daxuyand ku fuze li Balyozxaneya Amerikayê ketin

Serokwezîrê Irakê Adil Ebdulmehdî daxuyand fuzeyên ku avêtin Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin, li Balyozxaneya Bağdatê ya Amerikayê ketin.

Serokwezîrê Irakê daxuyand ku fuze li Balyozxaneya Amerikayê ketin

Serokwezîrê Irakê Adil Ebdulmehdî daxuyand fuzeyên ku avêtin Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin, li Balyozxaneya Bağdatê ya Amerîkayê ketin.

Li gor daxuyaniya ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîriya Irakê Ebdulmehdî wiha got, "Êrîşa dijminane ya li dijî nûnertiyên mîsyona biyaniyan bi fuzeyên ku li avahiya Balyozxaneya Amerikayê ketin va dubare bû. Em vê çalakiya dereqanûnî şermezar dikin û me telîmat da hêzên xwe yên ewlehiyê ku êrîşkaran bigrin û teslîmî edaletê bikin."

Ebdulmehdî hişyarî da ku êrîşên bi vî rengî wê Irakê veguhêze qada qayişkêşiyê û ragihand ku ew ê wezîfeya parastina nûnertiyên mîsyona biyaniyan ên li welêt bidomînin.

Tora Medyayê ya Ewlehiyê ku girêdayî hikûmeta Iraqê ye, daxuyandibû ku 5 fuzeyên Katyuşayê avêtin Herêma Kesk.

Di daxuyaniyê da nehatibû gotin ku fuze li Balyozxaneya Amerikayê ketine.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2020, 11:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE