Serokwezîrê Iraqê 5 wezîr ji serlêdanên înternetê hilbijartin

 Hat eşkerekirin ku li Iraqê ji 14 wezîrên Serokwezîr Adil Ebdulmehdî yên ku li parlementoyê dengê pêbaweriyê sitandin 5 wezîr ji nav kesên ku ji ser înternetê serlêdan kirin hatin hilbijartin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Ebdulmehdî hat dayîn de hat gotin ku "Di kabîneya ku ji tesdîqa parlementoyê derbas bû de ji 14 wezîran 5 wezîr ji ser serlêdanên xwe yên îneternetê hatin hilbijartin."

Di daxuyaniyê de agahî nehat dayîn ku 5 wezîrên navborî kî ne.

Ebdulmehdiyê ku piştî hilbijartinên gulana borî yên li Iraqê bi avakirina hikûmetê hat peywirdarkirin di daxuyaniya ku di 8ê cotmehê da de îlan kiribû ku ji bo kesên dixwazin ku di hikûmeta nû de wek wezîr peywirê hildin ji ser înternetê rêya namzediyê hatiye vekirin. Serkeftiyê hilbijartina dawî Muqteda Sadr piştgirî dabû vê biryarê û entelektuelên li welêt bertek nîşanê vê dabûn.

Ji kabîneya Ebdulmehî ya ku ji 22 kesan pêk tê 14 kes di 25ê cotmehê de dengê pêbaweriyê sitandibûn û dest bi peywirê kiribûn.

Kabîneya serokwezîr Ebdulmehdî ya 14 wezîrî bi wekî ji namzedên "serbixwe û teknokrat" pêk nayê tê rexnekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE