Serokwezîrê Iraqê ji bo civîna sê alî çû Urdunê

Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Kazimî hat dayîn, Serokwezîr bi heyeteke payebilind ra ji bo ku beşdarî "Civîna Sê Alî ya Iraq, Urdun û Misrê" bibe, çû Emmanê.

Serokwezîrê Iraqê ji bo civîna sê alî çû Urdunê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ji bo ku beşdarî "Civîna Sê Alî ya Iraq, Urdun û Misrê" bibe, çû Emmana paytextê Urdunê.

Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Kazimî hat dayîn, Serokwezîr bi heyeteke payebilind ra ji bo ku beşdarî "Civîna Sê Alî ya Iraq, Urdun û Misrê" bibe, çû Emmanê.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Kazimî wê li Emmanê bi Qralê Urdunê Ebdullahê 2yem û Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî ra hevdîtinê bike û wiha hat gotin: "Di civîna sê alî da tevkariya aboriyê ya navbera hersê welatan, mijarên bazirganî û veberhênanê û geşedanên herêmî dê hebin."

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî ku dest bi wezîfeyê kir, pêşiyê çûbû Îranê, paşê çûbû Amerîkayê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE