Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî ji bo ku Nofel Hammad Agubê Waliyê Mûsilê û alîkariyê wî ji wezîfeyê bê hildan bangî meclisê kir.
Evdilmehdî daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Waliyê Mûsilê û alîkarê wî di bûyera ferîbota ku li Çemê Dîcleyê binav bû da berpirsyarî û wezîfeya xwe neanîne bi cih û ji ber vê divê jî wezîfeyê bên hildan.
Evdilmehdî di daxuyaniyê da diyar kir ku meclis li ser 'pêşniyara serokwezîr' dikare walî û alîkarê wî ji wezîfeyê hilde û wiha got: "Di vê çarçoveyê da em dixwazin meclis walî û alîkarê wî ji wêzîfeyê hilde."
Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdiyê ji bo lêkolînê çûbû Mûsilê û ragihandibû ku heta lêkolîn biqede wî Agubê Waliyê Mûsilê ji wezîfeyê dûr xistiye.