Serokwezîrê Iraqê Kazimî: "2 hezar û 500 eskerên Amerîkayê ji welêt vekişiyan"

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî diyar kir ku Amerîkayê ji hêzên xwe yên li Iraqê ne 2 hezar û 500 esker, paşve kişand.

Kazimî daxuyanî da qanala têlevizyona El-Iraqiyye ya fermî ya Iraqê û got ku wan bi Amerîkayê ra di qada gotubêja stratejîk da pêşveçûneke mezin bi dest xistin.

Di axaftina xwe da Kazimî got: "Biryar hat dayîn ku eskerên Amerîkayê ji nû va bên bicihkirin û ji baregehên Iraqê vekişin heta niha 2 hezar û 500 eskerên Amerîkayê ji welêt vekişiyan."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 20ê Tebaxê da berî hevdîtina ku wê li Qesra Spî bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî ra bikira vicîna hevpar a çapemeniyê lidarxist û got: "Em eskerên xwe awayek bi lez û bez ji Iraqê vedikişînin. Ez bi sebr li benda wê rojê me ku Amerîka mecbûr nîne li wê derê bimîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE