Serokwezîrê Iraqê Kazimî di 20ê Tebaxê da diçe Amerîkayê

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê di daxuyaniya weşand da diyar kir ku bi pêşengiya Kazimî va wê heyetek di 20ê Tebaxê da biçe Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hevdîtinê bike.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî di 20ê Tebaxê da diçe Amerîkayê

Hat ragihandin Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî wê di 20ê Tebaxê da ji bo serdanê biçe Amerîkayê.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê di daxuyaniya weşand da diyar kir ku bi pêşengiya Kazimî va wê heyetek di 20ê Tebaxê da biçe Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hevdîtinê bike.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Kazimî di hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê da wê li ser mijarên tendûristî, vejen, ewlehî, veberhênanî û têkîliyên aborî bisekine.

Serokwezîrê Iraqê serdana xwe ya ber bi derveyê welêt cara ewil di 21ê Hezîranê da kiribû û çûbû Îranê. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE