Serokwezîrê Iraqê Kazimî li mala xwe rastî êrîşê hat û xelas bû

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên ewlehiyê yên li herêmê tevdîr hildan.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî li mala xwe rastî êrîşê hat û xelas bû

Hat ragihandin ku bi wesayîta bê mirov a çekdar (SÎHA) êrîşî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî  kirin û Kazimî ji bûyerê sax filitî û tiştek pê nehat.

Li gor daxuyaniya ku ji Tora Medyayê ya Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê hat dayîn, mala Kazimî a li Herêma Kesk a Bexdayê bi "droneya çekdar" va rastî êrîşê hat û Serokwezîr sax jê filitî û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên ewlehiyê yên li herêmê tevdîr hildan.

Serokwezîrê Iraqê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Ez baş im, li cem malbata xwe me. Ez bangî her kesî dikim ku sakin bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE