Serokwezîrê Iraqê komisyona lêkolîna tundiyê ava kir

Hat ragihandin ku Elî Sîstaniyê merciyê dînî yê herî bilind ê Şiiyan jî avakirina komisyonê dixwest, ji bo kesên hin çalakvan revandine, tundî kirine bi adilî werin darizandin û pêvajoyê teqîb bikin komisyon hat avakirin.

Serokwezîrê Iraqê komisyona lêkolîna tundiyê ava kir

Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku ji bo li ser tundiya li çalakvanên hikûmet protesto dikirin hatiye kirin lêkolînê bike û kesên tevlî vê bûne derdest bike û teslîmî darazê bike "Komisyona Lêpirsînê ya Bilind" hat avakirin.

Li gor daxuyaniya ji ofêsa çapemeniyê ya Ebdilmehdî hat dayîn, Serokwezîr ji bo li ser tundiya li çalakvanên hikûmet protesto dikirin hatiye kirin lêkolînê bike û kesên tevlî vê bûne derdest bike û wan teslîmî darazê bike bi wezaretên eleqedar û yekeyên ewlekariyê ra Konseya Darazê ya Bilind, bi endamên parlamentoyê û Komîseriya Mafên Mirovan ra "Komisyona Lêpirsînê ya Bilind" ava kir.

Hat ragihandin ku Elî Sîstaniyê merciyê dînî yê herî bilind ê Şiiyan jî avakirina komisyonê dixwest, ji bo kesên hin çalakvan revandine, tundî kirine bi adilî werin darizandin û pêvajoyê teqîb bikin komisyon hat avakirin.

Sîstanî duh li Bexdaya paytext diyar kiribû ku li dijî çalakvanan bikaranîna tundiyê di berpirsyariya hikûmetê da ye, lêpirsîna dan destpêkirin ew ê herî dereng di nav 2 hefteyan da were temamkirin û eşkerekirin.

Li Bexdaya paytext û hin bajarên başûr ên Iraqê di 1ê cotmehê da li dijî hikûmetê protesto hatibûn kirin. Di çalakiyan da hêzên ewlekariyê bi tundî tevgeriyabûn û hatibû îdiakirin ku nîşangiran jî çalakvan xistine hedef.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2019, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE