Serokwezîrê Iraqê ligel Barzanî "rageşiya Îran û Amerîkayê" nirxand

Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê yê ji bo temasên fermî hat Hewlêrê ra hat ba hev.

Serokwezîrê Iraqê ligel Barzanî "rageşiya Îran û Amerîkayê" nirxand

Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi Adil Ebdilmehdiyê Serokweîzrê Iraqê yê ji bo temasên fermî hat Hewlêrê ra hat ba hev.

Di daxuyaniya nivîskî ya ofêsa Serokatiya HKIyê da hat destnîşankirin ku Barzanî Ebdilmehdî û heyeta wî ra hat ba hev, çapemenî hilnedan civînê. Di daxuyaniyê da hat gotin ku di civînê da li ser geşedanên van rojên dawîn li Bexdayê diqewimin, rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê da, çalakiyên li Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê axivîn.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku Ebdilmehdî û Barzanî bal kişandin ku seba Iraq ji bo hêzên navneteweyî û herêmî nebe qada pevçûnan, têkiliyên Iraqê yên bi welatên din ra li gor berjewendî û rêza desthilatdariyê werin kirin, rageşiya hemû aliyan were sekinandin divê xebatên hevpar werin kirin û berjewendiyên welêt werin parastin.

Hat destnîşankirin ku di civînê da li ser çalakiyên DEAŞ yên li herêmên di navbera hêzên hikûmetê û Pêşmergeyan da, ji nû va derketina terorê, girîngiya piştgiriya civaka navneteweyî ji bo têkoşîna dijî DEAŞ dide Iraq û HKIyê jî axivîn.

Ebdilmehdiyê ji ber çalakiyên dijî hikûmeta Iraqê di 29ê mijdarê da îstifa kiribû hetanî yekî din wekî serokwezîr were hilbijartin li ser wezîfeyê ye û piştî hatibû hilbijartin ev cara ewil e li Hewlêrê temas danîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2020, 17:41
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Lnn
Lnn - 3 hafta Berî

Xwedê xêr bike

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE