Serokwezîrê Iraqê:Em girêdayî peyama Sîstanî ne

Ebdilmehdî di daxuyaniya nivîskî da got, "Ez teehhud didim ku em li ser peyama merciyê dînî yê bilind da ye ne. Em ê ezayên (serbixwe) komisyona mercî xwest eşkere bikin."

Serokwezîrê Iraqê:Em girêdayî peyama Sîstanî ne

 Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku li ser peyama ji bo çalakiyên tên lidarxistin a Elî Sîstaniyê merciyê herî bilind ê Şiiyên Iraqê ne û ji bo daxwazên çalakvanan bicî bînîn li gor daxwaza mercî ew ê komisyonê ava bikin.

Ebdilmehdî di daxuyaniya nivîskî da got, "Ez teehhud didim ku em li ser peyama merciyê dînî yê bilind da ye ne. Em ê ezayên (serbixwe) komisyona mercî xwest eşkere bikin."

Sîstaniyê merciyê dînî diyar kir ku di sala 2015an da jî di dema çalakiyên li dijî hikûmetê da bang kiribû ku komisyoneke çareseriyê ya ji kesên ji hikûmetê azad a serbixwe were avakirin lêbelê ev nehatibû kirin.

Merciyê Şiî di peyama xwe ya duh da jî heman peyama xwe dubare kiribû.

Li Bexdaya paytext û wilayetên li başûrê Iraqê ji 1ê Cotmehê vir da bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên dewletê" xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE