Serokwezîrê Kanadayê Trudeau: "Êdî bes e, ji malê dernekevin"

Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau ji ber ku welatî guh nadin banga ji malê dernekevin hêrs bû û got: "Êdî bes e. Herin malê û ji malê dernekevin."

Piştî ku testa Sophîe Gregoîre Trudeauya jina Trudeau ya Kovîd-19yê pozîtîf derket, Serokwezîrê Kanadayê Trudeau biryar da ku ew 14 rojan li mala xwe di karantînayê da bimîne.

Trudeau li ber mala xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û bangî gel kir ku ew ji malên xwe dernekevin.

Serokwezîr Trudeau got ji bo kesên guh nadin banga "ji malê dernekevin" ra divê mueyîde bên kirin û wiha axivî: "Me dîmenê wan kesên ku wisa difikirîn ew têk naçin dît. Êdî bes e. Herin malê û ji malê dernekevin."

Trudeau got ji bo parastina tenduristiya civakê ew ê her tevdîrê bibînin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Federal û Ajansa Gel a Kanadayê hejmara kesên vîrusa koronayê bi wan ketiye ji 1298an derkete 2035an, hejmara miriyan jî ji 19an derkete 24an.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Adar 2020, 15:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE