Serokwezîrê Lîbyayê Dîbeybe bi heyeteke ji 14 wezîran pêk tê va îro wê bê Tirkiyeyê

Serokwezîrê Lîbyayê Dîbeybe bi heyeteke ji 14 wezîran pêk tê va îro wê bê Tirkiyeyê

 Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Ebdilhemîd Dîbeybe îro ji bo ziyaretên fermî wê bê Tirkiyeyê.

Berdevkê Hikûmeta Libyayê Mihemed Hammude ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand heyeteke payebilind ya ji 5 alîkarên serokwezîr, 14 wezîr, Sererkan Orgeneral Mihemed El Hedad û rayedarên din ên hikûmetê pêk tê jî wê bi Dîbeybe ra werin.

Li gor vê Wezîrê Karên Derva, Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Aborî û Bazirganiyê, Wezîrê Tenduristiyê, Wezîrê Neftê, Wezîrê Rêvebiriyên Herêmî, Wezîrê Darayiyê, Wezîrê Plankirin û Ragihandinê, Wezîrê Maden û Pîşesaziyê, Wezîrê Perwerdeyê, Wezîrê Hawîrdor û 2 wezîrên dewletê wê di heyetê da bin.

Hammude got di ziyaretê da mijarên wek vejen û tenduristiyê yên der barê xizmetê da û mijara şirketên Tirkan ên li Libyayê ji ber qeyranê navber dabûn karê xwe ku dîsa bikaribin dest bi xebatê bikin wê bên axaftin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Konseya Seroktiya Libyayê berê daxuyandibû ku Dîbeybe û heyeta wî ji bo der barê peymanên di navbera Tirkiye û Libyayê da biaxivin û hevkariyê xurttir bikin wê herin Tirkiyeyê.

Bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 5ê sibatê da li Swîsreyê civîna Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê hatibû lidarxistin û heta hilbijartina ku wê li gor planê di 24ê Çileya Pêşîn a 2021ê da were kirin, Mihemed el-Menfî wek Serokê Konseyê, Ebdulhemîd Dîbeybe jî wek Serokwezîr hatibûn hilbijartin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE