Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson ji ber bi yekî ku testa wî ya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) pozîtif derketibû temas kiriye, xwe xist karantînayê.
Li gorî daxuyaniya Nemro 10 a Serokwezîriyê, ji ber temasa Johnson bi yekî ku di Pergala Test û Şopandinê ya Xizmetguzariyên Tendirustiya Neteweyî qeyidkirî ku testa wî ya Kovîd-19ê pozîtîf derketiye, hatiye agahdarkirin ku xwe îzole bike.
Hat ragihandin ku rewş atendirustiya Boris Johnson baş e û ti nîşaneyeke Kovîd-19ê pê re tune.
27ê adarê testa Serokwezîr Johnson pozîtîf derketibû û 5ê nîsanê wî avêtibûn nexweşxaneyê. Piştî mayina wî di beşa nexweşiya giran de 12ê nîsanê taburcî bûbû û piştî nêzîka 2 heftyan jî vegeriyabû ser karê xwe.
AA