Serokwezîrê Pakistanê Umran Xan wê di navbera 3-4ê Çileya Pêşîn da bê Tirkiyeyê.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva yê Pakistanê Serokwezîr Xan li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê di hefteya ewil a salê da ziyareteke fermî li Tirkiyeyê bike.
Di daxuyaniyê da hat gotin Wezîrê Karên Derva Şah Mehmûd Qureyşî, Wezîrê Planlamayê Makhdoom Khusro Bextiyar û Abdul Rezaq Dawidê Şêwirmendê Bazirganî û Veberhênanê yê Serokwezîr Xan jî bi wî ra bên Tirkiyeyê.
Hat gotin di hevdîtinê da Serokomar Erdogan û Xan wê li ser têkiliya herdu welatan biaxivin û ewê mijarên herêmî û navneteweyî binirxînin.
Ji bilî vê hat gotin Xan wê li Enqereyê beşdarî foruma kar bibe û bi veberhênerên pispor ra hevdîtinan bike.
AA