Serokwezîrê Qeraxê Diranên Fîlan Coulibaly mir

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî Coulibaly ji ber nexweşiya xwe ya dil di meha gulanê da çû Fransayê û 2yê tîrmehê da zivirî.

Serokwezîrê Qeraxê Diranên Fîlan Coulibaly mir

Serokwezîrê Qeraxê Diranên Fîlan Amadou Gon Coulibaly mir.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî Coulibaly ji ber nexweşiya xwe ya dil di meha gulanê da çû Fransayê û 2yê tîrmehê da zivirî.

Coulibaly îro di civîna Lijneya Wezîran da aciz bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Lê li hemberî hemû hewldanan Coulibalyê 61 salî ji mirinê nefilitî.

Li welêt di 31ê Cotmehê da hilbijartina serokomariyê heye ku Coulibaly jî wek namzedê partiya xwe bûbû endam.

Ji ber ku meha adarê da kesekî bi vîrusa koronayê pê ra heye ra têkiliya wî çêbûbû Coulibaly xwe xistibû karantînayê. Paşê du caran testa wî ya Kovîd-19yê hatibû kirin lê testên wî negatîf derketibû.

Li Fransayê piştî kontrola wî ya anjiyografiyê stent xistibûn dilê Coulibaly, doxtoran jê ra gotibûn îstirehetê bike. Serê meha hezîranê Coulibaly dîsa aciz bûbû û tedawiya wî dewam kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE