Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdûk îstifa kir

Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdûk îstifa kir

Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdûk ragihand ku wî ji peywira xwe îstifa kir.

Hemdûk li ser têlevîzyona dewletê daxuyanî da û wiha got, "Ji bo ku ji gelê Sûdanê ra rê vekim, min biryar da ku emanet teslîm bikim û îstifa bikim."

Hemdûk îdia kir, ji bo ku welêt ber bi bobelatekê tot nebe, çi ji dêst hat kir û wiha got, "Şoreşa Sûdanê ber bi armancên xwe diçe."

Hemdûk got, welat ji qonaxeke xeternak ra derbas dike ku heger di kurtedemekê da neyê çareserkirin dê gefê li hebûna wê bixe. Hemdûk her wisa îdia kir ku digel hemû hewldanên wî, li welêt lihevhatinek çênebû.

Hemdûk diyar kir, ji bo çareserkirina krîza siyasî, wî digel hemû aliyên siyasî û eskerî hevdîtin kirin, lêbelê wî tu encam wernegirt.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE