Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu dîsa derket pêşiya dadgehê

Netanyahu ji ber sê dosyeyên gendeliyê yên cuda tê darizandin.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu dîsa derket pêşiya dadgehê

Li Îsraîlê danîşîna duyemîn a doza Binyamin Netanyahu ku wekî Serokwezîrê yekemîn ket dîrokê ku di dema peywirdariya xwe da tê darizandin, li Dadgeha Herêma Qudsê ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî bi rê va çû.

Polêsê Îsraîlê berî danîşînê gelek rêyên li dewrûbera dadgehê ji trafîqê ra girtin, komeke dijî Netanyahu jî li nêzîkî dadgehê çalakî li dar xist.

Netanyahu û parêzerên wî jî beşdarî danîşîna ku çapemeniya Îsraîlê û ya navneteweyî eleqeyeke zêde nîşan dan bûn.

Di danîşînê da Netanyahu tawanbariyên gendeliyê yên der heqê wî da red kirin.

Tê destnîşankirin, darizandina Netanyahuyê ku li Îsraîlê peywira serokwezîriyê ya herî demdirêj didomîne, dê zehf dirêj bikişîne.

Serdozgerê Îsraîlê Avichai Mandelblit 21ê Mijdara 2019an ji ber sê dosyeyên gendeliyê yên cuda xwestibû ku der heqê Netanyahu da doz were vekirin.

Danîşîna ewil a Netanyahu 24ê Gulana 2020î dîsa li Dadgeha Herêma Qudsê bi rê va çûbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE