Serokwezîrê Îtalyayê Draghî: Tirkiye roleke girîng dilîze

Serokwezîrê Îtalyayê Draghî: Tirkiye roleke girîng dilîze

Serokwezîrê Îtalyayê Marîo Draghî got ji ber ku Tirkiyeyê pêvajoya mizakereyê da destpêkirin roleke girîng lîst, hemû dewlet amade ne ku di vî warî da bi Tirkiyeyê ra hevkariyê bikin.

Draghî li Komeleya Çapemeniya Biyanî ya li Romayê civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.

Li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê navbeynkariya Tirkiyeyê ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê da wiha axivî: "Ji ber ku Tirkiyeyê pêvajoya mizakereyê da destpêkirin roleke pir girîng lîst. Ji ber erdnîgariya xwe ya jeostratejîk û têkiliyên xwe yên hemû aliyên pev diçin dikare vê yekê bike. Li vir hemû welat amade ne ku di vî warî da bi Tirkiyeyê ra hevkariyê bikin."

Hevdîtina Draghî û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya hefta çûyî li Brukselê çêbû hat bibîrxistin û jê hat pirsîn ku di civînê behsa pergala parastinê ya esmanî ya Eurosamê ya Samp-Tyê hat kirin an na.

Li ser vê pirsê Draghî wiha got: "Fransa, Îtalya û Tirkiyeyê li ser vê mijarê (Eurosam) û avakirin û pêşvabirina têkiliyên bazirganiyê li hev kir."

Li ser meseleya ev sê welat wê kingê civînê bikin jî Draghî anî ziman hê dîrokek nehatiye eşkerekirin, lê wê hefteyên pêş bê diyarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE