Serokwezîrê Îtalyayê Draghi îstifa kir

Piştî ku 3 partiyên hevbeşên hikûmeta ku Draghi serkêşiya wê dike, duh li parlamentoyê piştgiriya xwe vekişandin, Serokwezîr Draghi îro serê sibehê çû cem Serokomar Sergio Mattarella ku îstifaya xwe pêşkêş bike.

Serokwezîrê Îtalyayê Draghi îstifa kir

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi ji peywira xwe îstifa kir.

Piştî ku 3 partiyên hevbeşên hikûmeta ku Draghi serkêşiya wê dike, duh li parlamentoyê piştgiriya xwe vekişandin, Serokwezîr Draghi îro serê sibehê çû cem Serokomar Sergio Mattarella ku îstifaya xwe pêşkêş bike.

Piştî hevdîtina li qesra serokomariyê Quirinaleê, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Ugo Zampetti daxuyanî da û wiha got, "Serokomar Sergio Mattarella îro sibehê Serokwezîr Mario Draghi qebûl kir. Serokwezîr biryara îstifaya xwe dubare kir. Serokomar guh da vê yekê. Hikûmet ji bo birêvabirina karûbarên rojane dê li ser peywirê bimîne."

Di mijara krîza hikûmeta Îtalyayê da rayagiştî li benda Serokomar Mattarella ye ku dê piştî îstifaya Draghi çi biryarê bide.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE