Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras Ayasofyayê ziyaret kir.
Çîpras li Stenbolê îro di saet 09.45an da hat Ayasofyayê.
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomar û Coşkun Yilmazê Mudirê Çand û Turîzmê yê Stenbolê li gel Çîpras û Perîstera Bazîana geriyan.
Serokwezîrê Yewnanistanê Çîpras silav da rojnamevanên ku wêne û dîmenên wî dikişandin û got ew kêfxweş e ku hatiye vir.
Çîpras piştî gera xwe ya li Ayasofyayê ji wir veqetiya û ewê Dibistana Ruhbanan a li Heybelîadayê ziyaret bike.