Serweta 400 Amerîkayiyên herî dewlemend ji ya 150 milyon navsereyî zêdetir e

Di rapora Danegeha Newekheviya li Dinyayê da hat destnîşankirin, sermiyanê 400 Amerîkayiyên herî dewlemend ji serweta 150 milyon navsereyên ji çîna xwarê ku teqbulî ji sedî 60ê welêt dike, zêdetir e

Serweta 400 Amerîkayiyên herî dewlemend ji ya 150 milyon navsereyî zêdetir e

Di xebateke li ser newekheviya serwetê da hat tesbîtkirin ku ji destpêka salên 1980yî vir va 400 Amerîkayiyên herî dewlemend, sermiyanên xwe ya li welêt sê qat zêde kirine.

Di rapora Danegeha Newekheviya li Dinyayê ku bi destê aborîzanê Zanîngeha Californiayê Gabriel Zucman va hat amadekirin da hat destnîşankirin ku ferqa di navbera çîna ser û çîna xwarê yên Amerîkayê da zêdetir bûye.

Di raporê da hat balkişandin ku sermiyanê 400 Amerîkayiyên herî dewlemend ku teqabulî ji sedî 0,00025ê nifûsê Amerîkayê dike, ji serweta 150 milyon navsereyên ji çîna xwarê ku teqbulî ji sedî 60ê welêt dike, zêdetir e.

Li gorî raporê herwisa para çîna xwarê ya navborî ya di serweta welêt da di sala 1987an da ji sedî 5,7 bûye, lêbelê di 2014an da ev rêje kêm bûye û berjêrî ji sedî 2,1ê bûye.

Di raporê da herwiha hat balkişandin ku çîneke piçûk serweteke gelekî mezin kiriye destê xwe ku ev yek, hesta ewlehiyê ya malbatên ji çîna xwarê û navînî dihêre. Dîsa hat diyarkirin ku hêz û qewet dikeve destê milyarderên li welêt ku serweta xwe ji bo ku tesîrê li siyasetê bikin diemilînin û hevsengiya siyasî li gorî berjewendiyên xwe diguherînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE