Şewata Calîforniayê: 56 mirî

Hejmara kesên di şewata Calîforniaya eyaleta Amerîkayê da mirin gihîşte 56an.

Şewata Calîforniayê: 56 mirî

Hejmara kesên di şewata Calîforniaya eyaleta Amerîkayê da mirin gihîşte 56an.

Rayedaran daxuyand şewata ji 8ê mijdarê vir va dewam dike şewata sedsalê ya ku herî zêde kes lê mirin e.

Di şewatê da herî kêm 56 kes mirin, ji 9 hezaran zêdetir avahiyan jî zirar dît.

Ji hezar û 300î zêdetir kesî jî xwe spartin sitargehan.

Ji 130 kesî tu xeber tune.

Ji bo ku şewat bê vemirandin ji 5 hezaran zêdetir xebatkarên agirkûjê dixebitin.

Di şewatê da mala gelek kesên navdar jî şewitî ku jê hinek ev in; Gerard Butler, Mîley Cyrus, Scott Baîo, Guîllermo del Toro, Kîm Kardashîan, Alyssa Mîlano û Raînn Wîlson.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2018, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE