Hat ragihandin ku avahiya sereke û quleya naqosê ya bakur ên Katedrala Notre Dame a li paytextê Fransayê Parîsê hatin xilaskirin.
Wezîrê Dewleta Fransayê yê berpirsê Karûbarên Navxweyî Laurent Nunez di daxuyaniya xwe da wiha got, "Geşbûna agir nema. Em dikarin bêjin ku avahiya sereke û bi taybetî jî kuleya naqosê ya bakur hatin xilaskirin."
Nunez herwiha diyar kir ku sedema şewatê hê nehatiye tesbîtkirin.
Di daxuyaniya îtfaiyeya Fransayê da jî hat destnîşankirin ku avahiya sereke ya Katedrala Notre Dame hat xilaskirin û parastin.
Di daxuyaniya Dozgeriya Parîsê da jî hat ragihandin ku ji ber sedemê "hilweşandina katedralê ya ji ber şewata ne bi zanetî" lêpirsîn hat destpêkirin û herwiha lêpirsîn dê bi destê polêsê edlî bê birêvabirin.
Herwisa di daxuyaniya Weqfa Keleporê ku li Fransayê li ser berhemên dîrokî xebatan dike da jî hat destnîşankirin ku ji bo restorasyona katedralê ew ê kampanyaya alîkariyê ya neteweyî bidin destpêkirin.
Katedrala Notre Dame bi zêdetirî 850 sal dîroka xwe va wekî sembola Xiristiyaniyê li vî welatî tê dîtin.AA