Li Dakkaya paytextê Bangladeşê li herêma avahiyên dîrokî lê hene şewat derket, herî kêm 69 kes mirin.
Midûrê Giştî yê Agirkujiyê Elî Ehmed daxuyand li Dakkaya Berê li herêma Chawkbazarê şev li avahiyekê şewat derket û belav bû.
Ji servîsa Agirkujiyê Mahfuz Rîben got li herêma ku kuçeyên wê teng in şewat li avahî û depoyên kargehan belav bû û herî kêm 69 kes mirin.
Rîben got gelek kes li herêmê asê mane û ew ditirsin hejmara miriyan zêde bibe.
Hat gotin piştî 9 saetan şewat hat vemirandin.