Şewata li Iraqê:"Şewat bi zanatî hatiye derxistin"

Amirî got ku şewat qeza nîne û beriya wê hatiye plankirin.

Şewata li Iraqê:"Şewat bi zanatî hatiye derxistin"

 Wezareta Xebat û Karên Civakî ya Iraqê daxuyand ku şewata li Bexdayê li Sitargeha Jinan derketibû û 6 jin miribûn bi plan hatiye derxistin. 

Alîkarê Wezîrê Xebat û Karên Civakî ya Iraqê Falih el Amirî li paytext Bexdayê li ser şewata duh civîna çapemeniyê li dar xist.

Amirî got ku jinên li sitargehê diman dixwestin ji wir biçin û ji ber vê yekê wan bi xwe şewat derxistiye. 

Amirî got ku şewat qeza nîne û beriya wê hatiye plankirin.

Amirî got ku di şewatê 6 jin mirin û 50 jin jî hatin xilaskirin. Amirî ragihand ku wan der heqê hin jinan da lêpirsîn daye destpêkirin. 

Li herêma Azamiyê ya bakurê Bexdayê duh li sitargeheke jinan şewat derketibû û di encamê 6 jin miribûn.  

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 09:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE