Şewata Li Kerkûkê: bi bihayê milyarek dolarî zêr heliya

Di şewatê da 67 dikanên zêrîngeriyê zirar dît û bi qasî milyar dolarî zêr heliya. 

Şewata Li Kerkûkê: bi bihayê milyarek dolarî zêr heliya

Li Kerkûka bajarê Iraqê duh şev li Sûka Qeyserî ya dîrokî ku ji dema Osmaniyan maye şewat derket.

Di şewatê da 67 dikanên zêrîngeriyê zirar dît û bi qasî milyar dolarî zêr heliya. 

Serokê Yekîtiya Zêrîngerên Sûka Qeyserî ya Kerkûkê Heqî Îsmaîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Di şewata li çarşiyê derket da bi bihayê milyarek dolarî zêr heliya. Li çarşiyê 67 dikan hebûn û qasî 5 ton zêr û tiştên biqîmet hebûn. Di şewatê da hemû heliyan."

Îsmaîl got ku di şewatê da ji bilî zêr qasî 200 hezar dolarî zîv jî heliyaye û wiha dewam kir:

"Ji sedî zêdetir malbatî ji vi nan dixwar. Niha hemû ji destê wan çû. Sedema vê şewatê divê teqez derkeve holê."

Li Kerkûka bajarê Iraqê duh bişev li Sûka Qeyserî ya dîrokî ya ku ji dema Osmaniyan mebû şewat derketibû.

Şewat bi xebata tîmên îtfaiyeyê hatibû temirandin. Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriya Îtfaiyeya Kerkûkê Qays Kerkûklu daxuyanî dabû û gotibû li sûkê ji 400î zêde dikanên zêrîngeran şewîtine. 

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2018, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE