Şewatên daristanê yên li Îtalyayê: jiyana rojane serobin bû

Ji ber şewatên li daristanan xeta rêhesin di nav dû da ma û çend seferên trênê yên ji Romayê ber bi Floransayê nehatin kirin.

Şewatên daristanê yên li Îtalyayê: jiyana rojane serobin bû

Li deverên cihê yên bakurê Îtalyayê agirê ku bi daristanê ket li ser jiyana rojane jî tesîreke neyînî nîşan da.

Ji ber şewatên li daristanan xeta rêhesin di nav dû da ma û çend seferên trênê yên ji Romayê ber bi Floransayê nehatin kirin.

Li herêma Toskanaya ku alî rojavayê welêt dikeve jî agir bi daristana girên Massarosayê ye ket û ji ber talûkeya dibe şewat cî û waran bide ber xwe 100 kes hatin tehliyekirin. Heta niha 360 hektar qad di ji ber şewatê zirar dît.

Ji ber şewata di daristana navbera Trieste  Goriziayê da ketibû ji ser rêya A4ê derbasbûn jî zehmet bû.

Li nêzî bajarên Bolzano û Palermoyê jî agir bi daristanê ket û ji hewa û bejayê va bo temirandinê midaxale tê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE