Şewba vîrusa koronayê derbe li stargeha ajalan a li Hewlêrê jî xist

Stargeha ku par bi destê Komeleya Ajalhezên Kurdistanê ya li Hewlêrê li dervayî bajêr hat avakirin, qedera 200 kûçikên bêxwedî dihêwirîne.

Şewba vîrusa koronayê derbe li stargeha ajalan a li Hewlêrê jî xist

Miqatebûna bi dehan kûçikên li stargeha ajalan a li bajarê Hewlêrê yê Iraqê, ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ket xetereyê.

Stargeha ku par bi destê Komeleya Ajalhezên Kurdistanê ya li Hewlêrê li dervayî bajêr hat avakirin, qedera 200 kûçikên bêxwedî dihêwirîne.

Di stargeha ku bi piranî bi xebata xwebexş a xêrxwazên biyanî li ser piyan dibîne da bi fonên ku bi derfetên takekesî tên berhevkirin va pêwîstiyên kûçikan ên wekî xwarin û derman tên kirîn. Di stargehê da 18 jê xwebexş bi tevahî 24 kes miqateyî ajelan dibin.

Lêbelê şewba ku hemû dinya da ber xwe, tesîr li stargeha li Hewlêrê jî kir. Ji ber şewbê hem miqatebûna heywanan û hem jî dabînkirina fonê ket xetereyê.

- Ji kûçikan 14 jê seqet in

Parlamenterê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê û Midûrê Komeleyê Aştî Felekeddîn Kakayî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku hema hema hemû kûçikên li stargehê ji kuçeyan hatin berhevkirin û 14 jê seqet hejmara wan jî bi qasî 200î ye.

Kakayî diyar kir ku di şertên asayî da rojê herî kêm 2 dan xwarinê didan kûçikan û wiha dewam kir, "Lêbelê niha ji ber qedexeya derketina derva ya di çarçoveya vîrusa koronayê da û her wiha ji ber kêmasiya fonê, em rojê tenê dikarin danekê xwarinê bidin. Dabînkirina vê danê jî niha di xetereyê da ye."

Xebatkara xwebexş a stargehê ya Îngiliz Victoria Whiteê jî diyar kir ku ji ber şewbê kûçik nayên têrkirin û lewma jî ew ji ber vê rewşê bi fikar in û herî dawî jî bal kişand ku ew li benda alîkariyê ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE