Silêmaniyeyan ji ber germê berê xwe da av û çeman

Li Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê ji ber germahiyê milet berê xwe da ciyên avî

Silêmaniyeyan ji ber germê berê xwe da av û çeman

Li Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) germahî zêde ye û welatî ji bo hênik bin berê xwe didin çem, hewz û deverên avî.

Li bajêr germahî heta 45 pileyan derket û hewzên li navendê gelek qelebalix bûn û gelek kes jî ji bo xwe hênik bikin berê xwe didin çem û robarên nêzî bajêr.

Şêniyên Bestansora gundê ser bajaroka Arbetiya Silêmaniyeyê ji aliyekî va dikevin çem hênik dibin û ji aliyekî va jî kêf dikin.

- Dema ceyran diçe ji bo xwe hênik bikin tên çem

Ji şêniyên gundê Bestansorê Mihemed Ebûbekir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çem ji bo welatiyên dixwazin ji germê birevin wek stargeh e û wiha pê da çû: "Bi taybetî ciwan û zarok tên vê derê. Serê sibehê saet dora 05.00an da ceyran diçe û li ser vê jî milet ji bo hênik bibe tê vê derê."

- Ji deverên din ên bajêr jî welatî tên çem

Ebûbekir destnîşan kir ku çemê di nav gund da derbas dibe bu tenê ji alî şêniyên gund va nayê bikaranîn lewra ji deverên cihê yên Silêmaniyeyê jî milet tê û dikeve çem û wiha pê da çû: "Milet bi tenê ji bo têkeve avê nayê ew tên û li vê derê seyranê jî dikin. Ji Silêmaniye, Seyîdsadiq, Helepçe, Zerayen û Qeregulê jî tên vê derê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE