Sinovac: Aşiya CoronaVacê li ser zarokan tesîr dike û ewledar e

Sinovac: Aşiya CoronaVacê li ser zarokan tesîr dike û ewledar e

Sinovac fîrmaya Çînî ragihand, CoronaVaca aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li ser zarokên ku emrê wan di navbera 3 û 17an da ne "tesîr dike û ewldar e."

Dîrektorê Tibî yê Sinovacê Ging Zing di civîna çapemeniyê da diyar kir ku ji 550yî zêdetir kobay beşdarî xebatên klînîkê yên qonaxa ewil û navîn bûn.

Ging diyar kir, li gor encaman aşî li ser zarokên ku emrê wan di navbera 3 û 17an da ne, tesîr dike û ewledar e, di ceribandinên aşiyê da agirê du zarokên ku yek jê 3 salî yek jê 6 salî ye, derket, di kobayên din da semptomên sivik çêbûn.

Çîn jî tê da li tevahiya dinyayê ji 70 milyonî zêdetir aşiya Sinovacê hat kirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) daxuyanibû ku pesendkirina seba xebitandina acil a aşiya Sinovacê ya Çînê heta dawiya adarê wê were dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE