Li bakurê Sûriyeyê berf û seqema zêde, tesîreke neyînî li ser jiyana sivîlên ku rejima Beşar Esed û piştgirên wî, ew bê mal û war hiştin, dike. Malbatên di konan da dijîn ji bo zarokên xwe bikaribin germ bikin li benda alîkariyê ne.
Sir û seqema ku herêmên bakurê Sûriyeyê hildaye bin tesîra xwe ji bo bi sedan hezar sivîlên ku ji rûyê êrîşên rejima Esed ji cih û warên xwe bûne dibe sedema gelek zehmetiyan.
Bajaroka Hirbat Ec-Cewz a li başûrê rojavayê Îdlibê dikeve bo nêzî 30 hezar sivîlên ji rejima Esed reviyan e, stargehiyê dike lê niha berf lê heye û seqem jî zêde ye.
Konên li herêmê ku sivîl ji xwe ra tê da dijîn di bin berfê da mane û qismek wan jî zirar dîtine. Sivîlên reben ên ji aliyekî va bê mal û bê war in ji aliyekî va jî ji bo xwe germ bikin hewl didin.
Malbatên dixwazin zarokên xwe germ bikin da ku neqefilin cil û bergên dema reviyane bi xwe ra anîbûn dişewitînin.
"Hin kon xerabûn"
Musa Ebu Reşîdê şêniyê Kampa Xirbat Ec-Cewzê ya li başûrê rojavayê Îdlibê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê berf heye, hewa sar e û wiha pê da çû: "Ji ber berfa zêde qismek kon xerabûn, rê hatin girtin. Di nav şert û mercên zor û zehmet ên zivistanê da perîşanbûna malbatan zêdetir dibe. Niha tiştekî em bişewitînin tuneye û yên hene jî pir bihane."
"Ji ber sir, seqema û pûkê zarok nexweş ketin"
Fîras Ebu Muhammedê ji şêniyên kampê got ku ew bo xwe germkirinê nikarin tiştekî bişewitînin temîn bikin û wiha dewam kir: "Sotemenî û yan jî tiştekî em bişewitînin û xwe li berê germ bikin tuneye. Em li hêviyê ne ku saziyên eleqedar der heqê mijarê da gavekê biavêjin. Ji ber sir, seqema û pûkê zarok nexweş ketin."