Sivîlên li herêma Donbasê texliyeyê Rûsyayê bûne bi hêviya vegerê ne

Sivîlên li herêma Donbasê texliyeyê Rûsyayê bûne bi hêviya vegerê ne

Sivîlên li herêma Donbasê ya di kontrola alîgirên Rûsyayê ya li rojhilatê Ukraynayê dijîn û ji wir texliyeyê Rûsyayê bûne bi hêvî benda vegerê ne.

Di 18ê sibatê da ji ber hinceta li herêmên Donetsk û Luhanskê yên di kontrola alîgirên Rûsyayê da ne rageşî zêde ye sivîl hatibûn texliyekirin ku ev rewş hê dewam dike.

Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) li herêma Rostovê ya Rûsyayê ya nêzîkî Ukraynayê van texliyeyan û bicihkirina însanan dişopîne.

Kesên ji kontrolê tên derbaskirin di kon û wargehan da tên bicihkirin û qeyda wan tê kirin.

Sivîlên li bajarê Şahtiyê ya herêma Rostovê di wargeheke berê ya xwendekaran da hatine bicihkirin hêviya vegera Donbasê winda nakin.

- Li Şahtiyê 4 cihên lêmayînê

Seroka Daîreya Polîtîkayên Ciwaniyê ya Şaredariya Şahtiyê Îrîna Borisenko der barê rewşa kesên ji Donbasê tên texloyekirin û bicihkirin da got jê gelek jin û zarok in û wiha axivî: "Sivîlên tên ewil tên qeydkirin, belgeyên hewce dikin hildidin. Ev belge ji bo ku ew alîkariyê hildin hewce dikin."

Borisenko got testa Kovîd-19ê ya sivîlan tê kirin û paşê ew tên bicihkirin ku li bajarê Şahtiyê 4 cihên lêmayînê hene.

- "Ez dixwazim vegerim mala xwe"

Yuliya Nemtsevaya ji herêma Donbasê hatiye got ew hîndekarê zanîngehê ye, li ser înternetê ji vir jî dersê dide xwendekarên xwe.

Nemtsevayê got ew xwedî 3 zarokan e, ew naxwazin li Rûsyayê bimînin û wiha dewam kir "Helbet em dixwazin vegerin. Dema rewş aram bû em ê vegerin, lewra mêrê min, karê min, ter tiştê min li wir e. Ez dixwazim di nav aştiyê da bijîm. Heta 2014an em li welatekî di nav aştî û aramiyê da jiyan. Mirovan li hev dikir. Ez dixwazim vegerim wê demê."

- "Rêwitiyeke zehmet bû"

Evgeniya Volkovaya ya ji Luhanska Ukraynayê bi otobêsê hatiye vir jî wiha got "Min rêwîtiyeke pir zehmet derbas kir. Ez nexweş im û bi dermanan va dijîm. Ez ne baş im. Welatê min ew der e. Ez li wir hatim dinyayê û li wir jiyam. Ji ber vê ez dixwazim vegerim welatê xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE