Sûka Serêkaniyê cardin geş bû

Sûka Serêkaniyê cardin geş bû, welatî danûstandina xwe dikin

Sûka Serêkaniyê cardin geş bû

Li Rojhilatê Feratê ji bo avakirana herêma ewle xebatên Tirkiyê dewam dikin. Bajarê Serêkaniyê jî bi xizmetên hêja, pak û aram bû. Ji bo gelê mezlûm û bindest; nexweşxane û firin vebûn. Aboriya bajêr jî bi vekirina deriyê gimrûkê re her ku diçe çêtir dibe.

Artêşa Tirkiyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê re Tel Ebyad û Resulayn 18 meh berê ji rêxistina terorî YPG/PKK’ê paqij kir.

Piştî Hereketa Kaniya Aştiyê li rojhilatê firatê jiyan roj bi roj asayîtir dibe.

Bajarê Serêkaniyê bi piştgiriya Tirkiyê ji nû ve tê avakirin.

Xebatên binesaziyê, ava vexwarinê û ceyranê berdewam dikin.

Piştî xebatên verastkirinê di navbera Ceylanpinar û Serêkaniyê de Deriyê Gimrûkê jî cardin kete xizmetê û bazîrganî geş bû.

Kargeh û dikan vebûn, xelk aram in û danûstandina xwe dikin.

Tirkiye bi hemû derfetên xwe bê pere şifayê jî belav dike. Piştî temîratan nexweşxaneya ku tê de 200 nivîn hene ket xizmetê.

Li nexweşxaneyê hem bijîşkên Tirk, hem jî yên Sûriyeyê wezîfe dikin.

Li nexweşxaneyê ji xeynî xizmetên polîklînîkê emeliyat jî tên kirin. Heta niha 290 hezar kes hatin tedawîkirin.

“Di dewra rejîm û rêxistina PKK’ê de nexweşên me bê dixtor û bê derman jiyana xwe ji dest didan. Bi saya Tirkiyê em rihet bûn. Pirsgirêkên me yên di warê tenduristiyê de dawî bûn. Xwedê ji reîs Recep Tayyip Erdogan razî be.”

Li Serêkaniyê li aliyekî şopên terorê tên paqijkirin li aliyê din jî alîkariya mirovî dewam dike.

Bi desteka AFAD’ê fabrîqeya nan hat avakirin. Li virê rojê 60 kes tên îstihdamkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE