Şêniyê Efrînê vedigere welatê xwe

Ji bo kesên vedigerin Encûmena Vegerandina Heqan hat avakirin

Şêniyê Efrînê vedigere welatê xwe

Efrîniyên ku him ji ber şerê navxweyî him jî ji ber zilma rêxistina terorî ypg/pkk’ê, ji warê xwe koç kiribûn dîsa vedigerin bajêr. Di vegerê de ji bo mal û milkê şêniyan bê teslîmkirin, encûmena îadekirina heqan hat avakirin. Efrîniyên ku xanî, kargeh û erdên wan ketine destê hinekên din, dikarin serî li komisyonê bidin û mal û milkên xwe paş ve bigirin.

Beriya 3 salan ji ber şerê navxweyî û zilma rêxistina terorî YPG’ê ji Efrînê koç kirin.

Lê piştî ku herêm û bajêr ji terorê hat paqijkirin, şêniyê Efrînê dîsa vegeriya ser mal û milkên xwe.

Lêbelê di vegerê de pirsgirêka herî mezin, teslîmkirina mal û milkan bû,

Lewra li şûna kesên ku koç kiribûn, hin penaberên ku ji Îdlib û Helebê hatibûn, li van deran bi cih bûbûn.

Ji bo ev alozî û pirsgirêk safî bibe, li bajêr Lijneya Îadekirina Heqan hat avakirin.

Efrîniyên ku dixwazin xanî, kargeh, erd û zeviyên wan teslîmî wan bibin, diçin serî li encûmenê didin û ji wê alîkariyê dixwazin.

Bi saya xebatên lijneyê, gelek Efrînî dîsa bûn xwediyê mal û milkên xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE