Şêniyên Tel Abyadê ku ji ber dagirkeriya YPG/PKKê reviyabûn bi piştevaniya Navenda Koordînasyon û Piştgirya Sûriyeyê ya Walîtiya Şanliurfayê (SUDKOM) va paşve dizivirin welatê xwe.
Alîkarê Midûrê Gumrukê yê Tel Abyadê Welîd Hewîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Duh 200 malbatên din vegeriyan."
Hevîş ragihand ku li herêmê bi saya şaxên ewlehiyê asayîş baş e û ji kesên koç kirine xwest ku bila vegerin ser mal û milkên xwe yên li Tel Abyadê.
Ebû Ehmedê ku piştî şeş salan vegeriya mala xwe got: "Înşeallah kesên mîna me ji malên xwe dûr ketine bizivirin ser mal û milkên xwe."
Tel Abyad bi saya Hereketa Kaniya Aştiyê ku Artêşa Türkiyeyê bir serî va di 13ê Cotmeha 2019an da hatibû rizgarkirin.