Şêniyên Til Ebyadê vedigerin ser mal û milkên xwe

Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ya Artêşa Tirkiyeyê didomîne da navenda navçeya Tel Ebyadê ji terorîstên YPG/PKKyî hatibû rizgarkirin û sivîlên ji ber şer û pevçûnan ji navçeyê veqetiyabûn vedigerin ser mal û milkên xwe

Şêniyên Til Ebyadê vedigerin ser mal û milkên xwe

Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê didomîne da navenda navçeya Tel Ebyad a li rojhilatê Feratê dikeve ji terorîstên YPG/PKKyî hat rizgarkirin û sivîlên ji ber şer û pevçûnan ji navçeyê veqetiyabûn jî niha vedigerin malên xwe.

Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn, li bakurê Sûriyeyê ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û bi piştgiriya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) va li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê bi serkeftî dewam dike. Di roja 5emîn a herekatê da navenda navçeya Til Ebyad a axa Sûriyeyê ku li hemberî Eqçeqeleya navçeya Rihayê dikeve ji terorîstan hatibû rizgarkirin.

Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di çarçoveya tewdîrên ewlehiyê da li navenda navçeyê xebatên xwe yên lêgerîn û kontrolê didomîne.

Di vê navberê da sivîlên bi berwextî çûbûn herêmên ewle jî bere bere vedigerin malên xwe.

Ajansa Anadoluyê (AA) di weşana zindî ya ku duh ji Til Ebyadê kir da jiyana rojane ya şêniyên navçeyê yên nêzî 4 sal û nîv di bin zordestiya terorîstan da derbas kiribûn nîşan da.

- Rewşa Til Ebyadê

Navçeya ku piraniya şêniyên wê Ereb in û li ser Reqayê ye di Hezîrana sala 2014an da ji hêla DEAŞê va hatibû dagirkirin.

YPG/PKKya ku dagirkirina DEAŞê ji xwe ra wek fersend dît çav kuta Til Ebyadê û bi piştevaniya hewayî ya Amerîkayê va navçe hilda bin kontrola xwe.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE