Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku Talîban li Efxanistanê sînorên bi Ozbekistan û Tacikistanê ra hilda bin kontrola xwe.
Şoygu di foruma "Herêma Meneyan" ku li bajarê Solneçnogorsky a ser herêma paytext Moskofê ye hat kirin da der heqê rewşa dawîn a Efxanistanê da daxuyanî da.
Di axaftina xwe da Şoygu destnîşan kir ku Talîban li wê derê pêşketina xwe didomîne û wiha pê da çû: "Sînorên Efxanistanê yên bi Ozbekistan û Tacikistanê ra hene ketin bin kontrola Talîbanê. Talîbanê wîlayeta Kunduzê hilda bin kontrola xwe. Kunduz navendeke mezin û cidî ye."
AA