Îsraîlê 200 kesên ku bi balafirê ji Koreya Başûr hatin hilneda welêt

Îsraîlê ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê destûr neda qedera 200 kesên ku bi balafirê ji paytextê Koreya Başûr Seulê hatin, bikevin Balafirgeha Ben Gurion a li Tel Avîvê.

Îsraîlê 200 kesên ku bi balafirê ji Koreya Başûr hatin hilneda welêt

Îsraîlê ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19), destûr neda qedera 200 kesên ku bi balafirê ji paytextê Koreya Başûr Seulê hatin, bikevin Balafirgeha Ben Gurion a li Tel Avîvê.

Li gorî nûçeya li ser malpera Rojnameya The Jerusalem Post, rêveberiya Îsraîlê destûr neda ku 200 biyaniyên ku ji Seulê hatin, bikevin welêt, lê destûr da 12 welatiyên Îsraîlê.

Li gorî nûçeyê, 12 Îsraîlî bi ambulansan sewqî malên wan kirin.

Hat destnîşankirin, ji bo balafira Rêhewayên Koreya Başûr îqmala sotemeniyê hat kirin û dû ra jî ji bo ku vegere Seulê telîmat hat dayîn.

Wezareta Tenduristiya Îsraîlê pêr ragihandibû ku li welêt cara ewil şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat tesbîtkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE