Îsraîlê axa Sûriyeyê da ber topan

Îsraîlê axa Sûriyeyê da ber topan

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan hedefên "gumanbar" ên sînorê Sûriyeyê dan ber topan.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir, li Golana ku di binê dagirkeriya Îsraîlê da ye, nêzî herêma eskerî hin gumanbar hatin dîtin.

Berdevkê artêşê wiha got, "Hêzên me ji bo ku gumanbaran dûr bixin ew dan ber topan. Gumanbar jî vekişiyan axa Sûriyeyê."

Ji sala 2011ê ya ku şerê navxweyî dest pê kir pê va Îsraîl hin caran êrîşî komên Îran piştgiriyê dide wan û ciyên eskerî yên rejimê dike.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE