Îsraîlê bi balafirên şer va êrîşî Xezeyê kir

Îsraîlê bi balafirên şer va êrîşî hin cihên li Xeta Xezeyê kir.

Îsraîlê bi balafirên şer va êrîşî Xezeyê kir

Li gor agahiya ku ji nûçegihanê AAyê yê li Xezeyê hat hildan êrîş li bakur û navîna Xezeyê hat kirin, der barê mirî an jî birîndaran da hê agahî tune.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand balafirên şer û firokeyan êrîşî cihekî moşek lê tên çêkirin û cihekî eskerî yê Hamasê xistine.

Adraee got ji ber ku duh şev ji Xezeyê êrîş hatiye kirin, ev êrîş li hemberî wê hatiye kirin.

Artêşa Îsraîlê duh êvarê daxuyandibû ji Xezeyê moşekek hatiye avêtin û ew li qadeke vekirî ya Îsraîlê ketiye.

Ji Xezeyê kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE