Îsraîl careke din wê hilbijartina pêşwext bike

Li Îsraîlê hikûmeta koalîsyonê ji ber ku di mijara budçeya 2020î da li hev nekir biryara hilbijartina pêşwext hat dayîn.

Îsraîl careke din wê hilbijartina pêşwext bike

 Li Îsraîlê hikûmeta koalîsyonê ji ber ku di mijara budçeya 2020î da li hev nekir biryara hilbijartina pêşwext hat dayîn.

Lîkuda partiya Serokwezîr Binyamîn Netanyahu û şirîkê wî yê koalîsyonê Îtifaqa Şîn-Spî ya lîderê wê Benî Gantzê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ye ji ber ku nikaribûn di dema kifşkirî da budçeya 2020î ji meclisê derbas bikin wê li Îsraîlê careke din hilbijartina pêşwext bê kirin. Budçe divê îro ji bo pesendkirinê bihata pêşkêşkirin lê ji ber ev yek pêk nehat meclis awayekî fermî hat fesixkirin û pêvajoya hilbijartinê dest pê kir. Bi nelihevkirina dawîn a ser budçeyê va di nav 2 salan da ev cara çaremîn e ku li Îsrîalê hilbijartina giştî tê kirin. Wisa tê texmînkirin ku wê hilbijartin di adarê da bê kirin û heta wê çaxê jî hikûmeta heyî ya di bin Serokwezîriya Netanyahu da wê li ser karê xwe be.

Netanyahu û Gantz piştî hilbijartina ku di 2yê Adara 2020î da hat kirin ji bo qeyrana hikûmetê ya li welêt çareser bikin biryara damezrandina hikûmeta koalîsyonê dan. Hikûmeta ku ji alî du reqîban va hat damezrandin di gulanê da dest bi kar kir. Lê hikûmeta koalîsyonê ya ku Netanyahu û Gantz damezrandin di mijara butçeya 2020î da li hev nekirin. Netanyahu xwest ku bila bi tenê budçeya sala 2020î derbas bibe lê Gantz jî xwest ku bila tevlî ya 2021ê derbas bibe. Di rûniştina ku meha tebaxê hat kirin da tu encam derneketibû û erêkirina budçeyê taloqî berfanbarê hatibû kirin.

Li gor qanûnê heta 23ê Berfanbara 2020î divê butçeya salane ji Meclisê derbas bibe û heke ev yek pêk neyê ji mecbûrî hilbijartina pêşwext wê bê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE