Îsraîlê daxuyand wan êrîşî Xezeyê kir

Hat gotin ji ber ku ji Xezeyê moşek hatibû avêtin ev êrîş li hember wê hat kirin.

arşîv
Îsraîlê daxuyand wan êrîşî Xezeyê kir

Artêşa Îsraîlê daxuyand li Şerîda Xezeyê êrîşî cihekî Tugaya Îzedîn El Qesema ku şaxa çekdar a Tevgera Hamasê ye hat kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat gotin atolyeyeke Hamasê ya ku melzemeyên şer lê dihat çêkirin îşev ji hêla balafirên şer va hat bombebarankirin.

Hat gotin ji ber ku ji Xezeyê moşek hatibû avêtin ev êrîş li hember wê hat kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett duh daxuyandibû ku ji ber Hamasê li ser erdnîgariya Îsraîl û Filistînê di demên dawîn da evqas rageşî çêdibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE