Îsraîlê derbaskirina sotemeniyê bo Xezeyê qedexe kir

Tumgeneral Kemîl Ebû Ruknê Serokê Şaxa Kordînasyona Aktîvîteyên Hikûmetê (COGAT) ku li xaka Filistînê ya di bin dagiriya Îsraîlê da fealiyetên xwe dimeşîne, di daxuyaniya xwe da wiha got, "Îsraîlê ji niha pê va heta bo emrekî din, derbaskirina sotemeniyê bo Xezeyê daye rawestandin."

Îsraîlê derbaskirina sotemeniyê bo Xezeyê qedexe kir

Îsraîlê li Xezeyê piştî ku mesafeya girtina masiyan sînordar kir, vê carê jî derbaskirina sotemeniyê bo bajêr qedexe kir.

Tumgeneral Kemîl Ebû Ruknê Serokê Şaxa Kordînasyona Aktîvîteyên Hikûmetê (COGAT) ku li xaka Filistînê ya di bin dagiriya Îsraîlê da fealiyetên xwe dimeşîne, di daxuyaniya xwe da wiha got, "Îsraîlê ji niha pê va heta bo emrekî din, derbaskirina sotemeniyê bo Xezeyê daye rawestandin."

Ebû Rukn diyar kir ku biryar ji ber sedema ku ji Xezeyê ber bi Îsraîlê bombeyên şewatê tên avêtin, hat sitandin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da jî hat ragihandin ku bi firokeyên şer, helîkopter û tankan va li dijî hin hedefên Tevgera Hemasê yên li Xezeyê êrîş hat kirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku navenda hêzên deryayî ya Hemasê, tunel û qûleyên çavdêriyê bûn hedef.

Rojnameya Yediot Ahronot a Îsraîlê ragihand ku duh li herêmên Îsraîlê yên nêzîkî Xezeyê 20 şewat derketin.

Îsraîlê her wiha duh li Xezeya dorpêçkirî, ji bo masîgirên Filistînî mesafeya girtina masiyan ji 15 mîlan berjêrî 8 mîlan kiribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE