"Îsraîl di mijara berdana eskerên dîl da cidî nîne"

Tevgera Hemasê ragihand, hikûmeta Îsraîlê di mijara wergirtina eskerên xwe yên ku di destê tevgerê da dîl in da cidiyeta ku pêwîst e nîşan nade.

"Îsraîl di mijara berdana eskerên dîl da cidî nîne"

Tevgera Hemasê ragihand, hikûmeta Îsraîlê di mijara wergirtina eskerên xwe yên ku di destê tevgerê da dîl in da cidiyeta ku pêwîst e nîşan nade.

Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Salih el-Arûrî di daxuyaniya xwe ya ku da têlevîzyona tevgerê El-Eqsayê da wiha got, "Berî niha gelek carî li ser mijara dîlên Îsraîlî da hevdîtin çêbûn, lêbelê me dît ku hikûmeta Îsraîlê di mijara îmzekirina peymana pevguhertina dîlan û wergirtina eskerên xwe da xwedî cidiyet nîne."

Arûrî bal kişand ku ew amade ne ligel Îsraîlê dîlan pevbiguherin, lêbelê pêşiyê Filistîniyên ku di çarçoveya peymana pevguhertina dîlan Gîlad Şalîtê da hatin berdan û dû ra cardin hatin girtin, divê werin berdan.

Arûrî ji xeynî vê, diyar kir ku heya dîlên Filistîniyên navborî neyên berdan, ew ê der heqê aqûbeta dîlên Îsraîlî da daxuyaniyê nedin.

- Îsraîliyên ku bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku di destê Tûxayên Qesam da dîl in

Baskê eskerî yê Hemasê, Tûxayên Îzedîn el-Qesam nîsana 2016an ragihandibû ku di dêst da 4 eskerên Îsraîlê hene, lêbelê der heqê rewşa eskeran da zanyarî nedabûn.

Îsraîlê pêşiyê ragihandibû ku ji eskerên navborî Hadar Goldin û Oron Şaul di şerê Xezeyê yê sala 2014an da hatin kuştin, lêbelê Wezareta Parastinê hezîrana 2017an rewşa eskeran wekî "wenda û dîl" guherandibû.

Di navbera Hemas û Îsraîlê da bi peymana pevguhertinê ya 18ê Cotmeha 2011an va beramberî eskerê Îsraîlê Gîlad Şalît ku sala 2006an dîl hatibû girtin, hezar û 27 girtiyên Filistînî hatibûn berdan.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE