Îsraîl Filistîniyên li Xezeyê teşwîqê koçê dike

Hat eşkerekirin ku birêvebiriya Îsraîlê ji par va teşwîq dike ku Filistînî koçî welatên din bikin

Îsraîl Filistîniyên li Xezeyê teşwîqê koçê dike

Hat eşkerekirin ku birêvebiriya Îsraîlê ji par va teşwîq dike ku Filistînî koçî welatên din bikin.

Di nûçeya ku Rojnameya Yedîoth Ahronothê sipart rayedarekî hikûmetê yê navê xwe eşkere nekir da hat diyarkirin ku birêvebiriya Tel Avîvê ji par va ji bo ku Filistîniyên li Xezeyê koçî welatên din bike wan teşwîq dike.

Rayedar da zanîn ku xebata navborî salek berê niha di kabîneya Îsraîlê da hat rojevê û di vê çarçoveyê da ji bo kesên dixwazin ku ji Xezeyê koç bikin tê plankirin ku li Necefa (Negev) li başûrê Îsraîlê balafirgehek bê avakirin.

Hat gotin ku Îsraîlê serî li gelek welatan daye û xwestiye ku van koçberan qebûl bikin lêbelê heta niha ji wan welatan tu bersiv hilnedaye.

Dîsa li gor rojnameyê tenê di sala 2018an da 35 hezarî zêdetir Filistînî ji Xezeyê koç kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE