Îsraîlê ji hewayê êrîşî Xezeyê kir

Îsraîlê ji hewayê êrîşî Xezeyê kir

Hat ragihandin ku teyareyên şer ên Îsraîlê êrîşî hin hedefên li Xeta Xezeyê kirin.

Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, teyareyên şer ên Îsraîlê 2 caran êrîşî eraziyên li Meter Xezeya herêma li rojhilatê Refahê kirin.

Bi heman awayî teyareyên şer herî kêm 2 caran êrîşî Cebel Raysa herêma li bakurê rojhilatê Xezeyê kirin.

Artêşa Îsraîlê jî li ser Twitterê daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir ku bi teyareyan li tunelên şer û rampeyên fuzeyê yên li Hemasê yên li Xezeyê xistin.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku ji Xezeyê roket avêtin Îsraîlê li ser vê bersiv hat dayîn.

Wekî mayîn Lîwayên Ebû Elî Mistefa ya şaxa eskerî ya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê diyar kir ku roket wan avêtiye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Lîwayên Ebû Elî Mistefa da hat diyarkirin ku Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir li ser vê bi roketê bersiv dan Îsraîlê.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Me berî ji ber êrîşên dijî gelê Filistînê hişyarî dabû Îsraîlê û gotibû ku ew ê berdêla vê bidin."

Îsraîlê bi şev bi tankan êrîşî hin hedefên Hemasê yên li Xezeyê kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE