Hat ragihandin ku teyareyên şer ên Îsraîlê êrîşî ciyekî li başûrê Xezeyê yê dibêjin Lîwayên Îzetîn Qesam a şaxa eskerî ya Hemasê bi kar tîne kirin.
Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, teyareyên şer ji hewayê êrîşî ciyê li rojavayê Xan Yunisê kirin. Hat ragihandin ku tiştek bi tu kesî nehat.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hê daxuyanî neda ku gelo tiştek bi tukesî hat an na.