Îsraîlê li Qudsê malbata 8 zarokî ya Filsitînî bê mal hîşt

Hêzên Îsraîlê li Qudsa Rojhilat a dagirkirî xaniyê malbateke ji Filistînê ya 8 zarokên wan hene bi hinceta "bêrûsqetbûnê" hilşand.

Îsraîlê li Qudsê malbata 8 zarokî ya Filsitînî bê mal hîşt

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, ekîbên şaredariyê yên Îsraîlê hatin Sîlvana taxa Qudsa Rojhilat û mala Eyşe Hîcaziyê ya 6 sal berê hatibû avakirin bi makîneyan hilweşand.

Malbata Hîcazî ya xwediyê 8 zarokan a Îsraîlê bi hinceta "bêrûqetbûnê" mala wan hilweşand bi eşyayên ji malê derxistin va li kûçeyê man.

Hat diyarkirin ku meqamên Îsraîlê 6 meh berê ji malbatê ra "fermana hilweşandinê" şandiye lêbelê ji ber ku di destê malbatê da pere tunebûye nikaribûye parêzer bigire û serî mehkemeyê bixe.

- Bi destê Îsraîlê hilweşandinên li Qudsa Rojhilat

Meqamên Îsraîlê li Qudsa Rojhilat ji bo destûra çêkirina avahiyan astengan dide pêşiya welatiyên Filistînê û piraniya serîlêdanên wan red dike. Îsraîl bi hinceta bêrûsqetbûnê bi hezaran xaniyên Filistîniyan hildiweşîne.

Şaredarî jî pirî caran pereyê hilweşandinê jî ji malbatan distîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE